Li Başûrê Kurdistanê 22 DAIŞ‘î hatin girtin

Dezgeha Asayişa Herêma Federe ya Başûrê Kurdistanê ragihand ku şaneyeke çeteyên DAIŞ‘ê bêbandor û 22 çete girtin.

Li Başûrê Kurdistanê 22 DAIŞ‘î hatin girtin
5 cotmeh, 2026   23:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Asayişa Herêma Başûrê Kurdistanê ragihand ku şaneyeke çeteyên DAIŞ‘ê bêbandor kir û 22 DAIŞ‘î girtin. Asayîşê îtîrafên wan çeteyan jî weşandin.

Li gor daxuyaniya Asayişa Herêma Kurdistanê, “Rêveberiya Giştî ya Operasyonên Asayişê, li ser bingeha agahiyên îstîxbaratî û lêpirsînên ji 8 heta 12’ê Îlona 2026’an, bi fermana dadwerê lêpirsîna asayişê, di çend operasyonan de bi koordîneya Rêveberiya Asayişa Helebceyê, 22 gumanbar li sînorê Silêmanî, Helebce, Pênciwên, Xurmal û Sîrwan hatin girtin.”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku çeteyên DAIŞ’ê yên qaşo Tabûra 5’emîn ya “Wilayeta Kurdistanê” çendîn plan hebûn ku dixwestin pêk bînin, hinek ji wan wihan ne:

‘‘-Xwerêxistinkirin û wergirtina dilsoziyê ji endamên komê.

– Danîna bombe û pêkanîna teqînan li parêzgeha Helebceyê.

– Çavdêrîkirin û gulebarankirina hêzên ewlehiyê di dema perwerdeyê de bi çekên giran û navîn.

– Avakirina mîrnişînekê li herêman (Hewreman an Şarezûr)

– Çêkirina têkiliyên şaneyên razayî yên DAIŞ’ê li Kurdistan û Iraqê bi terorîstên biyanî re.

– Berhevkirina pereyan ji bo kirîna çekan.

Di vê operasyonê de hejmareke mezin ji çek û alavên leşkerî hatin desteserkirin, di nav wan de: çekek RPG, sê guleyên wê û pênc heşû, hawanek, şeş bombeyên destan, şeş kalaşnîkov, 13 şarjor, 300 gule, du demance û 100 guleyên wê, kamerayek çavdêriyê, dûrbînek leşkerî, cilûberg û kelûpelên leşkerî.

Gumanbar li gorî madeya 2 ya terorê hatine girtin û lêpirsîn berdewam dikin.”