Lîwa Cewad El Dehlekî: Bi derketina DYA’yê re Iraq bi arîşeyên ewlehî û siyasî re rû bi rû ye

Pisporê ewlehî û stratejiyê yê ji Iraqê lîwa Cewad El Dehlekî anî ziman ku derketina hêzên DYA’yê ji Iraqê pêşketinek nîn e û anî ziman ku derketin welat bi arîşeyên ewlehî û siyasî yên nû re rû bi rû dihêle.

Lîwa Cewad El Dehlekî: Bi derketina DYA’yê re Iraq bi arîşeyên ewlehî û siyasî re rû bi rû ye
6 cotmeh, 2026   05:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Pisporê ewlehî û stratejiyê yê iraqî lîwa Cewad El Dehlekî têkildarî derketina hêzên Dewletên Yekbûyî Amerîkayê (DYA) ji Iraqê (30 Îlon 2026), ji ajansa me re axivî. 

Cewad El Dehlekî anî ziman ku derketina hêzên DYA’yê welat bi arîşeyên ewlehî û siyasî yên nû re rû bi rû dihêle û got: "Vekişîna vê care ji bo Iraqê gaveke pêşketî li gorî merheleyên berê nîn e. Heya niha li cem Iraqê hêmanên pêwîst ên parastina erdê bi hêza hewayî û radarî ya hevgirtî tune ye."

Li gorî Cewad El Dehlekî, derketina hêzên amerîkî qada hewayî û valahiyên bejahî yên zelal hişt, nemaze ku pêwîstiya Iraqê bi temamkirina kapasîteya xwe ya parastina hewayî, radar, keşf û parastina sînor heye.

El Dehlekî da zanîn ku çareserkirina vê kêmasiyê peymanên leşkerî yên bi salên dirêj hewce dike.

Cewad El Dehlekî got: "Iraq di bin bandora kêfa welatên derdora wê de ye. Ev yek jî li gel pirbûna hêz û blokên siyasî û cudabûna meylên wan ên derveyî, wekî pirsgirêkên herî berbiçav li pêşiya rayedarên welat dihêle."

El Dehlekî di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku qonaxa bê parastina pergala siyasî, avakirina bingeha siyasî ya hevseng hewce dike. Her wiha anî ziman ku Iraq ber bi xurtkirina têkiliyan bi civaka navneteweyî re bi taybet DYA‘yê ve diçe, di heman demê de hewl da parastina hevsengiyên xwe yên navxweyî û herêmî biparêze.

(bb)

ANHA