Pizîşkiyan: Dan û standinên bi DYA‘yê re bê fêde bûne

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan anî ziman ku dan û standinên bi DYA‘yê re bê fêde bûne û got, Washington diyalogan naxwaze, lê dixwaze komar hilweşe.

Pizîşkiyan: Dan û standinên bi DYA‘yê re bê fêde bûne
5 cotmeh, 2026   22:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokkomarê Îranê Mesûd Pizîşkiyan got dan û standinên bi DYA‘yê re bê fêde bûne û diyar kir ku Washington şer li ser welatê wî ferz dike.

Pizîşkiyan dema pêşwazîkirina wezîrê karên derve yê Ermenistanê destnîşan kir ku piştî dan û standinên bi DYA‘yê re, 3 caran êrişî Îranê hat kirin û got, Washingotin diyalogan naxwaze, lê dixwaze komara îslamî hilweşe.

Li gorî Ajansa IRNA‘yê, Mesûd Pizîşkiyan anî ziman ku berdewamiya kuştin, pêkanîn, zext, gef û binpêkirina sozan dan û standinan bêwate dike. Her wiha got, gelê Îranê vê rêbazî qebûl nake.