Li bajarên bakûrê Kurdistanê Newroz: Ji bo azadî û aştiyê

Li Erzirom, Erdîş, Dêrsim, Qeser, Wêranşar, Bismil û Erxeniyê, xelk agirê Newrozê yê îsal ji bo azadî û aştiyê pêdixin.

17 adar, 2026   12:56
NAVENDA NÛÇEYAN

Îsal pîrozbahiyên Newrozê li gelek bajarên Bakûrê Kurdistan û Tirkiyeyê bi dirûşma "Newroza Azadî û Demokrasiyê" dest pê kirine. Îro jî Li bajarên û navçeyên bakûrê kurdistanê li navçeyan Qoser û Stewrê yên Mêrdînê, li Dêrsim, Wêranşar a Rihayê, Erxenî û Bismil ên Amedê, Erdîş a Wanê û Erziromê bi dirûşmên Newroza azadî û yekitiya demokratîk" û "Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozahiyên Newrozê tên lidarxistin.