Dê her hefte 2 karwanên koçberan vegerin Serêkaniyê

Şandeya hikûmetê ya ku bi karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê re bû diyar kir ku ew dixebitin ku heftane du karwanan bi rê bikin da ku wan vegerînin malên wan. Ew her weha dixebitin ku malên niha ji hêla kesên biyanî ve hatine desteserkirin vala bikin, da ku amadekariya vegera xwediyên wan bo malên xwe bikin.

Dê her hefte 2 karwanên koçberan vegerin Serêkaniyê
5 cotmeh, 2026   11:32
HESEKÊ

Îro, karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê, ku li stargeh û kampa Waşokanî diman, ber bi gundewarê başûrê bajêr ve çû. Karwan ji 511 malbatan pêk tê, di heman demê de zêdetirî 14 hezar koçber li benda vegera bo mal û deverên xwe, bi taybet yên malên wan li navenda bajêr.

Cîgirê Fermandarê Giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn li parêzgeha Hesekê, Mehmûd Xelîl "Siyamend Efrîn" ji ajansa me re wiha got: "Derengketina vegera karwanên koçberan bo Serêkanyê ji ber pirsgirêkek ewlehiyê ye. Hebûna mayînan astengiyeke girîng e ku ji bo derbaskirina wê demek dirêj hewce dike.."

Xelîl her wiha got, "Em niha li ser vegera gav bi gav a koçberan dixebitin, dê heftê 2 caran karwan ber bi herêmê ve biçin. Îro, karwana sêyemîn ber bi derdora bajêr ve çû, em dixebitin ku roja Pêncşemê ya bê karwanek din bişînin, da ku em karibin heta dawiya vê salê hemû koçberan vegerînin."

Derbarê vegera koçberan bo navenda bajêr, Mehmûd Xelîl diyar kir, "Li Serêkaniyê hîn jî niştecihên ji Xwêyran û deverên din hene. Em niha dixebitin ku kesên ku li malên koçberan li Serêkaniyê derxînin û wan vegerînin malên wan, da ku vegera ewle ya koçberên Serêkaniyê misoger bikin."

Xelîl diyar kir ku "hikûmet niha bi Tirkiyeyê re di derbarê baregehên wê yên li herêmê de dan û standinan dike. Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê gihîştina koçberan bo gund û malên wan misoger bikin."

Endamê Meclîsa Gel a Sûriyeyê û endamê Tîma Serokatiyê Mistefa Ebdî jî got: "Îro, karwana sêyemîn bi zêdetirî 500 malbatan re kete rê, û vegera wan hatiye misogerkirin."

Ebdî her wiha got: "Em ê kesên ku li bajarê Serêkaniyê di malên koçberan de dijîn vegerînin deverên wan, da ku vegera koçberan bo navenda bajêr misoger bikin. Em ê ji bo vegerandina koçberan bi berdewamî û bi karwanên li pey hev bixebitin."

(k)

ANHA