Li Girkê Legê kesek ji roja Çarşemê ve hatiye revandin û çarenûsa wî ne diyar e

Li bajarê Girkê Legê ji roja Çarşemê ve şêniyê bi navê Hesen Keleş ji hêla kesên nenas ve hatiye revandin bêyî ku ti agahî li ser werin zanîn.

Li Girkê Legê kesek ji roja Çarşemê ve hatiye revandin û çarenûsa wî ne diyar e
5 cotmeh, 2026   09:42
QAMIŞLO

Şêniyê bi navê Hesen Keleş ku mamosteyê felsefeyê ye li bajarê Girkê Legê, şeva roja Çarşemê ji bazara bajêr ji hêla kesên nenas ve hat revandin.

Li gorî agahiyan kesên ku Keleş revandine beramberî berdana wî 300 hezar dolar xwestine.

Malbata Keleş ji aliyên têkildar, partiyên siyasî û rûspiyên herêmê xwest ku piştgiriya malbatê bkin da ku çarenûsa Keleş nas bikin.

(k)

ANHA