Li Til Temir û Amûdê çalakiyên bi daxwaza hînbûna bi zimanê Kurdî

Li bajarên Til Temir û Amûdê bi armanca redkirina biryara Wezareta Perwerdê ya Sûriyeyê çalakî hatin lidarxistin.

5 cotmeh, 2026   21:29
NAVENDA NÛÇEYAN

Yekitiya Jinên Ciwan bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Til Temirê bi armanca piştgiriya zimanê Kurdî li Parka Amed Sporê ya taxa Til Ehmer konsertek li dar xist.

Di konsertê de stranên bi zimanê Kurdî hatin pêşkêşkirin.

Çalakî di çarçoveya çalakiyên çandî de yên bi armanca piştgiriya zimanê Kurdî û pêşxistina hebûna wî di jiyana çandî de pêk tê.

Girêdayî mijarê, Kongra Star li dibistana Salih Yûnis a Amûdê ji bo redkirina biryara Wezareta Perwerdê ya Sûriyeyê ya dayîna 3 waneyan bi zimanê Kurdî di hefteyê de çalakiyek li dar xist. Kongrayê daxwaza berfirehkirina çarçoveya perwerdehiya bi zimanê Kurdî û misogerkirina mafê xwendekaran a hînbûna bi zimanê dayikê kir.

Di çalakiyê de hejmarek xwendekar, malbatên wan û endamên Meclisa Amûdê amade bûn.

Endama Kongra Star Ceylan Yûsiv der barê mijarê de daxuyaniyek bi zimanê Kurdî xwend. Di daxuyaniyê de hat gotin ku zimanê Kurdî temsîla zimanê gelekî, dîrok û nasnameya wî dike, parastina wî bi berdewama nifşan ve girêdayî ye.

Di daxuyaniyê de daxwaz hat kirin ku zimanê Kurdî li herêmên piraniya xwe Kurd in bibe zimanê bingehîn a hînbûnê, ji qonaxa seretayî heta bi zanîngehê perwerde were dayîn, pirtûk û jêderên zanistî yên guncaw werin peydakirin.

Çalakî bi diruşmên “Bê ziman jiyana nabe” û”ziman nasnameya me ye” bi dawî bû.

(f)

TIL TEMIR

AMÛDÊ