Bandora serjimariya 1962’yan dewam dike û daxwazên ji bo edaleta veguhêz zêde dibin

Çalakvan û kesên nasnameyên wan li Sûriyeyê nehatine qeydkirin, daxwaza naskirina doza wan kir û da zanîn ku dayîna nasnameyê tenê têrê nake û destnîşan kir ku hewcedariya sererastkirinên qanûnî heye û divê doza wan di pêvajoya edaleta veguhêz de were bicihkirin.

Bandora serjimariya 1962’yan dewam dike û daxwazên ji bo edaleta veguhêz zêde dibin
6 cotmeh, 2026   04:10
QAMIŞLO
BERFÎN ROJ

Tevî derbasbûna zêdetirî 60 salan, serjimêriya awarte ya 1962`yan li parêzgeha Hesekê hîn jî bandorên wê yên giran li ser bi hezaran malbatan li bajarên herêma Cizîrê berdewam dikin ku ew beşa civakê di encamê de ji hemwelatîbûnê, perwerde û xwedîtiya milkê bê par ma û erdê wan hat desteserkirin.

Der barê mijarê de çend qurbaniyên serjimariyê û kesên bêqeyd, ji ajansa me re axivîn.

Rojnamevan Meryem Temir ku bi xwe qurbaniya serjimariyê ye û bê hemwelatîbûn e, got: “Kesên ku bandor li wan bû, rê li ber wan hat girtin ku ji welat derkevin, bawernameyên wan ên akademîk û derfetên kar ji wan hatin girtin û nekarîn bibin xwedî xanî. Ev bandor heta roja îro jî dewam dike."

Meryemê her wiha got: "Tevî fermana ku ji hêla hikûmeta veguhêz ve hatî dayîn ku hemwelatîbûnê bide Kurdan, valahî hîn jî hene û pêdivîyek lezgîn heye ku qerebûya exlaqî û madî were dayin û hemî bandorên vê neheqiyê werin rakirin."

‘DIVÊ EV MIJAR DI ÇARÇOVEYA EDALETA VEGUHÊZ DE WERE BICIHKIRIN’

Endamê Komeleya Ta'azur ji bo Qurbaniyan Ebas Elî Mûsa jî got: "Dema ku em li ser serjimêriya 1962aan li Hesekê diaxivin, em hîn jî bandor û êşa wê dibînin. Tevî derxistina 2 fermanan di 2011 û 2026`an de, encam berdewam dikin, bi taybet di perwerdeyê û mafê xwedîbûna malan de. Bi hezaran kes nekarîn dîplomayên xwe bistînin tevî ku xwendina xwe qedandine û hin ji wan qet nekarîn perwerdeyê bistînin."

Ebas Mûsa bal kişand ser girîngiya ku ev pirsgirêk û têkeve çarçoveya  pêvajoya edaleta veguhêz de û got: "Ji Fermana Hejmar 13`an vir ve, bi hezaran Kurdên ku li Ewropayê dijîn nehatine qeydkirin. Gavên netemam têne avêtin, em nikarin bêjin ku pirsgirêk hatiye çareserkirin. Divê em pêşniyarên pratîkî pêşkêş bikin û wan pêşkêşî rayedarên pêwendîdar bikin."

Çalakvanê sivîl Hozan Taha Osman got: "Serjimêriya 1962`yan bi tevahî siyasî bû, hebûna Kurdan hedef digirt. Ez û malbata min di nav kesên bê hemwelatî de bûn, mafê me yê perwerdeyê an qeydkirina milkê tunebû. Fermana nû ya Hejmar 13 hîn jî bi awayekî siyasî bi vê pirsgirêkê re mijûl dibe."

Osman got: "Êşa kesên neqeydkirî tenê bi nasnameyekê nayê çareserkirin. Ya girîng naskirina nasnameya Kurdî ye, ji ber ku ev qanûn tenê ji ber ku ew Kurd in li ser wan hatiye ferzkirin. Divê gelê Kurd û zimanê wan jî were naskirin û divê mafê wan ê jiyanê li gorî çanda xwe were garantîkirin."

Di çend panelên diyalogê de ku ya herî dawî di 4’ê Cotmehê de li bajarê Qamişloyê hat lidarxistin, çalakvan daxwaza aşkerakirina sedemên rastîn ên serjimêriya awarte ya 1962`yan dikin û dixwazin amarên rast li ser komên bandordar û naskirina bandorên aborî, civakî û yasayî yên ji ber bêparkirina ji hemwelatîbûnê, werin aşkerakirin. Çalakvanan her wiha daxwaza tazmînatê kir.

(k)

ANHA