Derengmayîna serfkirina fatureyên mewsim zehmetiyên cotkaran zêde dikin

Cotkarên genim li Hesekê ji ber derengmayîna serfkirina fatureyên wan ên mewsim gazincan dikin, li aliyeke din sozên fermî hene ku fatureyên ku dereng mane bi hatina dawiya Cotmehê werin serfkirin.

Derengmayîna serfkirina fatureyên mewsim zehmetiyên cotkaran zêde dikin
5 cotmeh, 2026   05:12
HESEKÊ
CÎHAN MIHEMED

Piştî ku di 8 Hezîranê (2026) de dest bi destpêkirina çinîna berhemên genim hat kirin, bi awayeke fermî di 11`ê Hezîranê de dest bi firotina mewsim li Parêzeha Hesekê hat kirin, astengiyên berfireh derketin holê, pirsgirêka darayî derket, ev bû sedema nerazîbûn û gazincên cotkaran. 

Di demekê de ku rewşa aborî ya şêniyan ne baş e, ji bo serfkirina fatureyên berhemên çandiniyê cotkar daxwaza dayîna pereyan bi awayeke bi lez kir.

COTKAR: BI MEHANE ME PEREYÊN XWE NEGIRTINE

Cotkarê bi navê Mitib Îsa got: “Ji zêdetirî 3 mehan ve anku di 16`ê Hezîranê de, min 4 kamyonên mezin ên genim şandin, heta niha min lîreyeke Sûriyeyî negirtiye.”

Îsa da zanîn ku ew dayîna pereyan bi şêwazeke beşane red dike, li gel aliyên peywendîdar bi dehan tonan fature hene.

Şêniyê bi navê Elî Îsa jî bal kişand ser sozên ku Rêveberiya Diraviyê vê dawiyê dabû û got, di daxuyaniyên fermî de hatibûn gotin ku dê di vê mehê de fature werin dayîn. Her wiha îşaret pê kir ku cotkar bi fikar in ku fatore heya sala bê jî neyên dayîn.

FATUREYÊN WAN ÊN GUNDEWARÊN ŞAMÊ HATIN RAWESTANDIN

Der barê heman mijarê de Cotkar Îsmaîl Mihemed behsa pirsgirêka veguhestina berhemên wan ji bo derveyî Parêzgeha Hesekê kir.

Îsmaîl Mihemed got: “Ji ber zexta zêde li ser navendên wergirtina genim li bajarê Hesekê, Gerînendeyê Giştî yê Çandiniyê ji bo lezkirina pêvajoyê, ji me re pêşinyar kir ku em berhemên xwe sewqî parêzgehên din bikin, min 3 kamyonên xwe yên berhem sewqî depoyên genim yên li El Dimêr û El Kiswê yên li gundewarê Şamê kir.”

Îsmaîl wiha anî ziman: “Piştî lênerîn û çavdêriyê, kaxezên fermî yên radestkirinê 26`ê Hezîranê dan dest min, lê piştî çend rojan em ji ber sekinandina fatureyan ji hêla komîteya li Şamê bêyî diyarkirina sedemê matmayî man. 

SOZÊN FERMÎ YÊN SERFKIRINA FATUREYÊN DERENG MANE

Têkildarî mijarê li avahiya Parêzgeha Hesekê, cotkar ji bo nîqaşa li ser derengmayîna serfkirina fatureyên berhemên genim, bi Cîgirê Parêzgerê Hesekê Ehmed El Hîlalî û endamên Nivîsgeha Rêveber re civiyan.

Li gorî tişta ku di civînê de hat gotin, li wir hat diyarkirin ku dê bi hatina dawiya Cotmehê (2026) wê hemû fatureyên genim werin serfkirin.

(sb)

ANHA