Li Riyadê teqînên bihêz rû dan

Li  nêzîkî balafirgeha El Melik Xalid a li bakurê Riyadê dengê teqînan hatin bihîstin.

Li Riyadê teqînên bihêz rû dan
5 cotmeh, 2026   21:23
NAVENDA NÛÇEYAN

Li nêzîkî balafirgeha navneteweyî ya El Melik Xalid a bakurê paytexta Erebistana Siûdî Riyadê dengê teqînên bihêz hatin bihîstin.

Agahiyên der barê sedemên teqînan û zeraran de nehatin parvekirin.

Şêniyên herêmê agahî dane dezgehên ragihandinê  û gotin ku wan dengê teqînên bihêz bihîstin. Şêniyekê jî anî ziman ku ji ber dijwariya teqînan deriyên mala wê hejiyan.