Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan

Beşdarên çalakiya pêxistina agirê Newrozê li Hesekê diyar kirin ku pîrozkirina Newrozê tê wateya xurtkirina nirxên azadî û nûjenkirinê û girêdana wan a bi nasnameya wan a çandî û yekîtiya civakî nîşan dide.

Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan
Li Hesekê agirê Newrozê hat dadan
17 adar, 2026   13:19
HESEKÊ

Meclisa Bajarê Hesekê îro çalakiya pêxistina agirê Newrozê, li dar xist. Endamên meclisê, nûnerên partiyên siyasî û tevgerên civakî, her wiha rayedarên hikûmeta demkî beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir, piştre hevserokê meclisa bajêr Farûq Tozo axivî û diyar kir ku Newroz destpêkek nû, ji nû ve jidayikbûna jiyanê û bidawîkirina neheqiyê ye. Tozo bal kişand ser sembolîzma Newrozê ya dîrokî ji bo gelê Kurd û têkoşîna berdewam a ji bo domandina agirê Newrozê .

Tozo diyar kir ku pîrozkirina Newrozê tê wateya xurtkirina nirxên azadî û nûjenkirinê û girêdana wan a bi nasnameya wan a çandî û yekitiya civakî nîşan dide.

Piştî axaftinê agirê Newrozê dadan. Çalakiyên pîrozbahiya Newrozê dê heta 21`ê Adarê dewam bikin.

(k)