Karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin

Zêdetirî 500 malbatên koçberên Serêkaniyê yên ku li Kampa Waşûkanî û dibistanan diman, di van kêliyan de amadekariya vegerê dikin.

Karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
Karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê amadekariya vegerê dikin
5 cotmeh, 2026   08:22
HESEKÊ

Niha di van kêliyan de karwanê sêyemîn ê koçberên Serêkaniyê ji bo vegera li gund û bajarokên xwe yên li gundewarê başûrê bajêr, piştî salên ji koçberiyê amadekariyên derketina ber bi warê xwe ve dikin.

Di karwanê de zêdetirî 500 malbatên ku li Kampa Waşûkanî û dibistanan diman pêk tê, tê payîn ku ew malbat wê berê xwe bidin hejmarek gund û bajarokên başûrê Serêkaniyê.

Ev karwan di çarçoveya pêvajoya vegera koçberên Serêkaniyê ji bo cih û warên xwe bi rê dikeve.

Karwanê duyemîn ku ji 700 malbatan pêk dihat, 8`ê Îlonê bi rê ketibû.

(sb)

ANHA