Jinên li Çilaxa: Parastina destkeftiyên jinan ji bo avakirina Sûriyeyê girîng e

Jinên li gundewar û bajarê Çilaxa daxwaza parastina destkeftiyên jinan ên ku di Şoreşa 19`ê Tîrmehê de bidestxistine kirin, her wiha banga pêşxistina hebûna jinan di qadên cuda yên jiyanê de kir.

5 cotmeh, 2026   06:51
QAMIŞLO
BESNA ŞEMO

Têkildarî nîqaşên şêweyê Sûriyeya nû û destûra nû ya Sûriyeyê, gelê li Sûriyeyê daxwaza destûreke niştîmanî ji bo hemû pêkhateyan dixwaze, destkeftiyên jinan û girîngiya parastina wan endamên Kongra Star li bajarê Çilaxa ji ajansa me re axivîn.

JIN HEVKAREKE ESASÎ YA AVAKIRINA CIVAKÊ YE

Selemat Remo destnîşan kir ku di salên borî de jinan hêza xwe ya rakirina berpirsyartiyê û hevkariya çalak di rêvebirina civakê de isbat kir, da zanîn ku têkoşîna jinan da diyarkirin ku rola jinan ne tenê di nava mal û malbatê de ye, ew di hemû qadan, pêşxistina civakê û avakirina saziyan de ye.

Selemat Remo diyar kir ku pêşxistina jinan û dayîna wê derfeta wekheviya di hevkarî, dayîna biryarê yekser bandorê li malbat û civakê dike, ew dihêle ku pirsgirêkên civakî, aborî û siyasî yê herêmê bê çareserkirin.

HIŞYARIYÊN WINDAKIRINA DESTKEFTIYÊN JINAN

Dunya Mihemed kêmkirina rola jinan û dûrxistina wê ji jiyana giştî red kir û da zanîn ku hewildanên paşguhkirina jinan, civakê pêşnaxîne.

WEKHEVÎ ESASÊ SIBEROJEKE ADILANE YA SÛRIYAYA NÛ YE

Fatma Resûl jî diyar kir ku divê dewleta nû ya Sûriyeyê li ser adalet, wekheviya di navbera mêr û jinan de bê avakirin, divê rola jinan a pêşeng be.

Fatma Resûl destnîşan kir ku divê di qonaxa bê de mafê jinan û beşdariya wê di hemû qadan de pêk were, divê cihê xwe di navendên dayîna biryaran, saziyên dewletê û civakê de jî bigir.

Fatma Resûl da zanîn ku jinên li Sûriyeyê divê ji bo avakirina siberoja herêmê hevkar bin, divê destkeftiyên wan bê parastin, qada beşdariya wan bê berfirehkirin.

(sb)

ANHA