"Hevbendiya Mekayê" parastina hevpar aktîv kir

"Hevbendiya Mekayê" ragihand ku peymana parastina hevpar aktîf kirin û hêz û şiyanên leşkerî dişînin Erebistana Siûdî. Di heman demê de êrişên Hûsiyan şermezar kirin û Sekreterekî Giştî tayîn kir.

"Hevbendiya Mekayê" parastina hevpar aktîv kir
5 cotmeh, 2026   23:45
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Stratejiya Siyasî û Parastinê ya Hevbendiyê Mekayê ji bo gotûbêjkirina rewşa ewlehiyê û gefên li dijî Siûdiyê îro civîneke awarte li Riyadê li dar xist.

Di civînê de her sê welatên hevpeymaniyê (Erebistana Siûdî, Pakistan û Tirkiye) biryar da ku di çarçoveya "Hevbendiya Parastinê ya Mekayê" de demildest dest bi aktîfkirina parastina hevpar bikin.

Li gorî biyarê dê di çarçoveya peymanê de hêzeke leşkerî li Erebistana Siûdî were belavkirin.

Her sê welatan diyar kir ku ewlehiya her welatekî beşeke bingehîn a ewlehiya hevpar e û armanca vê gavê xurtkirina asta amadebaşiyê, hevrêziya leşkerî û şiyana hevpar li dijî rûbirûbûna gefan e.

Hevbendiyê hewldana armanckirina bajarên Meka û Medîneyê, her wiha êrişên li dijî bajar û dezgehên sivîl û aborî yên li nava Erebistana Siûdî şermezar kirin. Di heman demê de Tirkiye û Pakistanê pesnê amadebaşiya hêzên Siûdî di rûbirûbûna van gefan de da.

Komîteyê, lîwayê karbes ê Pakistanî Nuiman Mehmûd, ji bo 3 salan wekî Sekreterê Giştî yê hevbendiyê tayîn kir.

(f)