Maenza: Endamên kongresê ji Şamê pir bi hêrs in

Seroka berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkî got ku endamên kongresê li ser kiryarên hikûmeta demkî ya Sûriyeyê bi hers in, û hişyarî dane ku eger Şam ji bo bicîhanîna peymana 10`ê Adarê tavilê dest bi diyalogê neke, dê cezayên din werin sepandin.

Maenza: Endamên kongresê ji Şamê pir bi hêrs in
17 ÇILE, 2026   21:30
NAVENDA NÛÇEYAN

Nadine Maenza, seroka berê ya Komîsyona Azadiya Olî ya Navneteweyî ya Amerîkî û seroka Enstîtuya Entegrasyona Cîhanî, di postekê de li ser platforma X got ku endamên kongresê û berpirsên Amerîkî yên ku wê vê hefteyê bi wan re re hevdîtin kiriye, li ser kiryarên hikûmeta demkî û xiyaneta wê ya li niyeta baş a kongresê ji bo rakirina cezayên Qeyser "dilgrain in û hinek ji wan jî bi hers in".

Maenza got  "ji cezayên nû dûrketin tenê bi awayekî mimkun e, ew jî ger hikûmeta Sûriyê tavilê kiryarên xwe rawestîne û ji bo bicîhanîna peymana 10`ê Adarê dest bi diyalogê bike."

(k)