‘Şêxmeqsûd û Eşrefiye nimûneya berxwedan û fedakariyê ne’

Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê diyar kir ku fedakariyên şehîdan û berxwedana parêzvanên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê bûn jêdera îlhamê û hêza domandina rola wan a mirovî û neteweyî li hemberî gelê xwe.

‘Şêxmeqsûd û Eşrefiye nimûneya berxwedan û fedakariyê ne’
18 ÇILE, 2026   02:35
HESEKÊ
BILIND HECÎ

Xwendekarên Peymangeha Tenduristiyê ya li bajarê Hesekê têkildarî berxwedana gelê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd ên Helebê ya li hemberî êrişên çeteyên hikumeta demkî yên dewleta Tirk a dagirker piştgiriya wan dike, ji ajansa me re axivîn. 

Xwendekarê bi navê Enes Xelîl anî ziman ku xwendekarên peymangehê rojane rewşa Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Bênî Zêd dişopand û got: "Dema me didît berxwedêrên me çawa parastina gelê me yê Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd dikin, îrade û hêza me zêdetir bûn. Berxwedêran soz dabû ku dê heya şehadetê li ber xwe bidin. Şehîd Ziyad Heleb mînaka herî berbiçav a vê yekê ye, dema gotibû ’Em ji taxên xwe dernakevin, an em ê bi ser bikevin an jî em ê şehîd bibin’. Soza xwe bi cih anî û gihaşt asta şehadetê."

Enes Xelîl destnîşan kir ku berxwedêrên Şêxmeqsûd, Eşrefiye û Benî Zêd bi niştecih û hêzên xwe yên ewlekariyê tevî hemû şert û mercan jî li hemberî bi deh hezaran çeteyên hikumeta demkî ya ku ji aliyê Tirkiyeyê ve tên piştgirîkirin, li ber xwe da û ev li gotinên xwe zêde kir: "Piştî vê berxwedanê şanaziya me bi kurdîtiya me zêdetir bû. Berxwedana Şêxmeqsûdê li ser hemû zimanan tê qalkirin. Her kes behsa îrade û baweriya berxwedêran bi hêza xwe dikin. Ev têkoşîn, hêz û israra me zêdetir dikin.”

Xwendekarê bi navê Mazlûm Seyîd jî diyar kir ku bûyerên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû dane şopeke mezin a biêş di hundirê wan de çêkiriye, lê di heman demê de asta bilind a berxwedan û fedakariyê nîşan da. Mazlûm Seyîd bi domdarî got: "Divê ev berxwedan di dîrokê de were bibîranîn. Nêzî 300 endamên Asayîşê bi çekên sivik li hember bi deh hezaran terorîstên xwedî çekên giran, li ber xwe da û fedakarî li hemberî tesîlmbûnê tercîh kir."

Mazlûm El Seyîd destnîşan kir ku xwendekarên tenduristiyê xwe wekî beşek ji vê têkoşînê dibînin û got, ew amade ne erkên xwe yên mirovî yê dermankirina birîndaran û alîkariya bi nexweşxan re pêk bînin. Her wiha got: "Em soz didin ku em ê heya dilpoa dawîn a xwîna şopdarên rêya şervan û şehîdan bin."

Xwendekara bi navê Jiyan Osman jî diyar kir ku ew bi berxwedana Şêxmeqsûd, Eşrefiyê û Benî Zêd serbilind in û wiha got: "Berxwedana ku hêzên me 5 rojan li hemberî komên çete nîşan da, bi tena serê xwe serkeftin e. Em bi parêzvanan serbilind in ku li hemberî bi hezaran çeteyan li ber xwe da û bi paş de venekişiyan.”

Xwendekara bi navê Lîlav Sado jî li ser berxwedana Şêxmeqsûd û Eşrefiyê helbestek nivîsandiye û xwend û got xwendekarên peymangehê dê di pêkanîna erkên xwe de heya di dema şeran û rewşên asayî de kêmasiyan nekin. Lîlavê da zanîn ku dê di hemû mercên zehmet de piştgiriya gelê xwe bidomînin.

(b)

ANHA