Meclisa Nûneran  ya DYA`ê ji bo Kurdan bang li Şeri kir

Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisa Nûneran ya Amarîkayê got ku gelê Kurd hevkarên sabit ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ne û ji bo siberojeke çêtir bo Sûriyeyê têdikoşin. Komîteyê bang li serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê Ehmed El Şari kir ku li şûna ku li dijî gelê Kurd şer bike, ji bo welatê xwe bixebite.

Meclisa Nûneran  ya DYA`ê ji bo Kurdan bang li Şeri kir
17 ÇILE, 2026   21:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Komîteya Karûbarên Derve ya Meclisa Nûneran li DYA`ê di postekê de li ser malpera xwe piştrast kir ku gelê Kurd demek dirêj e ji bo siberojeke çêtir ji bo Sûriyeyê têdikoşe û ew şirîkên girîn ên DYA`ê ne.

Komîteyê bang li serokê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê, Ehmed El Şeri kir ku rêbazê Kurdan bişopîne û li şûna ku li dijî gelê Kurd şer bike ji bo siberoja welatê xwe bixebite.

 (ac)

ANHA