Macron: Leşkerekî Fransî li Iraqê hat kuştin

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron ragihand ku leşkerekî Fransayê di encama êrişekê de hatiye kuştin.

Macron: Leşkerekî Fransî li Iraqê hat kuştin
13 adar, 2026   09:37
NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Fransa 24ê ragihand ku li Başûrê Kurdistanê de leşkereke Fransayê di encama êrişa bi dronê hatiye kirin de jyana xwe ji dest daye û çend leşker jî birîndar bûne.

Serokkomarê Fransayê Emmanuel Macron jî piştrast kir ku li Herema Federe ya Başûrê Kurdistanê leşkerekî Fransayê hatiye kuştin û hin ji wan jî birîndar bûne.

Hat destnîşankirin ku leşkerên Fransî li herêmê piştgiriya perwerdehî û şêwirmendiyê didan hêzên ewlehiyê yên Iraqê. Ji ber şer û pevçûnên li herêmê, di rojên dawî de li dijî leşker û baregehên biyanî her ku diçe êriş zêde dibin.