Li Humsê êriş, revandin, talankirin

Li Humsê di nava 2 rojan de  kesek birîndar bû. 2 kes hatin revandin û hewla revandina kesekî hat dayîn.

Li Humsê êriş, revandin, talankirin
13 adar, 2026   10:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Duh êvarî li taxa 60'î ya taxa Zehra ya bajarê Humsê 2 çekdaran ku li motorsîklêtê bûn, gule şêniyek bi navê Ebû Mihemed (Elewî) reşandin û reviyan.

Ebû Mihemed ku li ber deriyê mala xwe hat gulelbarankirin ji lingekî xwe ve birîndar bû. Şêniyên taxê wî birin nexweşxaneyekê.

 Di heman rojê de li herêma Wadî Zeheb ciwanek hat revanbdin û li taxa Ekrema hewla revandina rêveberê peymangeha El Emel hat dayîn.

Roja çarşemê jî (11 Adar 2026) li taxa Zehra ya hejman bajarî, komeke çekdar êrişî firoşgehekî kir, li xwediyê wê da û pere kel û pelên firoşgehê talan kirin. Her wiha kurê firoşkar, Mihemed Besam Silman jî revand. Hate zanîn ku aliyên têkildar der barê van bûyeran de tevger nekirine.

(bb)