Macron: Em ê dan û standinên nukleerî yên bi Îranê re bilezînin

Serokê Fransayê diyar kir ku wî bi hempîşeyê xwe yê Îranê re li ser lezkirina dan û standinên nukleerî di navbera hêzên Ewropî û Tehranê de li hev kiriye û diyar kir ku pêwîst e nehêlin ku Îran çekên nukleerî wergire.

Macron: Em ê dan û standinên nukleerî yên bi Îranê re bilezînin
21 hezîran, 2025   17:53
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Fransayê Emmanuel Macron got îro ji serokê Îranê Masûd Pizîşkiyan telefonek jê re hat. Macron diyar kir ku wan li ser lezkirina dan û standinan di navbera hêzên Ewropî û Îranê de li ser bernameya Tehranê ya nukleerî li hev kiriye.

Macron li ser platforma xwe ya X’ê nivîsek parve kir û tê de got; "Helwesta min aşkera ye; Divê Îranê tu carî nebe xwediyê çeka nukleerî û divê hemû garantiyên guncaw, ji bo misogeriya niyeta xwe ya baş, pêşkêş bike."

Macron destnîşan kir ku; "Ez bawer im, ku rêyek heye ji bo ku şer bi dawî bibe û ji metirsiyên mezintir werin bidûrxistin."

Di vê çarçoveyê de duh li Cinêvê, Ewropiyan hewl da ku bi gihandina peyameke Amerîkî ku daxwaza danûstandinên rasterast dike, rê li ber diyalogê bi Îranê re vekin, tevî ku êrişên berfireh di navbera Tel Avîv û Tehranê de hene.

Di navbera wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Îraqcî, wezîrên karên Derve yên Brîtanya, Fransa û Almanyayê û berpirsa siyaseta derve ya Yekitiya Ewropayê Kaya Kallas de, bi hêviya vejîna rêveçûnek dîplomasî, dan û standin hat kirin.

(ac/fr)

ANHA