Rayedarekî Îranê: Pêşniyarên Ewropayiyan ne realîst in

Tehranê pêşniyarên Ewropayiyan yên têkildarî bernameya wê ya nukleerî de, ku di dan û standinên li Cinêvê de kirine red kirin û bi "ne resalîstî" wesif kir.

Rayedarekî Îranê: Pêşniyarên Ewropayiyan ne realîst in
21 hezîran, 2025   18:40
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarekî payebilind ê Îranê ji Reuters’ê re got nîqaş û pêşniyarên hêzên Ewropayî yên ji bo bernameya Îranê ya nukleerî ku di Cinêvê de hatine kirin, ne realîst in û diyar kir ku îsrara li ser wan pêşniyaran her du aliyan nagihîne tu lihevkirinekê.

Rayedar anî ziman ku wê Îran van pêşniyaran li Tehranê nîqaş bike û wê bersivên xwe di civînên bê de bide.

Her wiha rayedar diyar kir ku qedexekirina Îranê ji bo derxistina uraniyomê rêyek girtî ye û Îran li ser potansiyalên xwe yên berevaniyê, di nav de bernameya xwe ya moşekan, dan û standinan nake.

(fr)