Çar roj in ji girtiyên Girtîgeha Zahedanê agahî tune ye

Li girtîgeha Zahedanê çar roj in ji beşa 8’an tu agahî nayê girtin, qutbûna telefonan fikarên li ser jiyana girtiyan zêdetir dike.

Çar roj in ji girtiyên Girtîgeha Zahedanê agahî tune ye
2 îlon, 2026   11:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê di 1’ê Îlonê de, ragihand ku telefonên di navbera girtiyên li Beşa 8’an a Girtîgeha Zahedanê û malbatên wan hatine qutkirin. Vê rewşê fikarên malbatan li ser tenduristî û rewşa xizmên wan ên di girtîgehê de zêdetir kir.

Li gorî daxuyaniya ku hatiye ragihandin, girtî herî dawî roja 28’ê Tebaxê bi telefonê bi malbatên xwe re axivîne û ji roja 29’ê Tebaxê ve ji vê beşê tu telefon nehatiye kirin.

Xizmên girtiyan dibêjin ku çar roj in ew ji hezkiriyên xwe tu agahî nagirin û rayedarên girtîgehê rave nekirine ka çima telefon hatine qutkirin an kengê dê têkilî dîsa dest pê bike.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê, malbat bawer dikin ku dibe alavên telefonê yên di odeyê de xirab bûbin an jî dibe ku girtî nikaribin bigihîjin telefonan. Lê belê sedema rastîn a rewşê hê nehatiye destnîşankirin.

Rawestandina pêwendiyên telefonê, digel sînorkirina gihîştina malbatan a girtîgehê, fikarên li ser tenduristiya girtiyan zêdetir kiriye.