Li Zaxoyê êrişî 2 bîrên petrolê hate kirin

Li Herêma Kurdistanê li Zaxoyê bi rêya 3 dronên bombebarkirî, êrişî 2 bîrên petrolê hate kirin.

Li Zaxoyê êrişî 2 bîrên petrolê hate kirin
16 tîrmeh, 2025   09:06
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên rojnews’ê danê siharê bi rêya dronên bombebarkirî êrişî bîra petrolê ya ya li Paşxabûr ya li Îdareya Zaxoyê başûrê Kurdistanê hatiye kirin.

Di heman demê de birêya dronek din jî êrişî bîra petrolê ya DNO ya li Tawkêya li Zaxoyê jî hate kirin.

Tê gotin di encama êrişan de ziyanên madî çêbûne. Heya niha nayê zanîn ev êrişên li ser bîrên petrolê yên Herêma Kurdistanê ji aliyê kêve têne kirin.

Hêjayî gotinê ye Kompanyaya DNO kompanyayek neftê ya Norveçêye û bîrên petrolê yên li Tawkê û Pêşxabûr yên li Zaxoyê rêve dibe.

Duh danê siharê jî bi rêya balafirên bê mirov û xwekuj, êrişî bîra petrolê ya li Etrûş ya ser bi bajarokê Şêxan ya ser bi Dihokê hatibû kirin.