Li Zapê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin

HPG'ê da zanîn ku li herêma Zapê leşkerek hatiye kuştin û artêşa Tirk a dagirker 5 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê kiriye.

Li Zapê leşkerekî artêşa Tirk hate kuştin
20 kanûn, 2023   13:13
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê têkildarî çalakiyên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û êrişên artêşa Tirk a dagirker ên di navbera 15-19'ê Kanûnê de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê ev agahî hatin dayîn:

"Li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl;

15'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran li dagirkeran hate xistin.

15'ê Kanûnê li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk li sîstemeke radarê ya dagirkeran hate xistin. Piştî vê derbê sîstema radarê hate rakirin.

16'ê Kanûnê saet di 12:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên giran derb li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Kanûnê saet di 15:00 de li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî bi çekên nîv otomatîk dest li dagirkeran hate werdan, liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin.

15'ê Kanûnê saet di 04:25'an de li Qada Berxwedanê ya Girê mediyê bi çekên nîv otomatîk li dagirkeran hate xistin ku hewl didan bikevin çeperê. Di encamê de liv û tevgera dagirkeran hate rawestandin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

16'ê Kanûnê saet di 11:40'î û 14:15'an de li Qada Berxxwedanê ya Girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk li çepereke dagirkeran hate xistin. Çalakî ji aliyê hêzên me yê YJA Starê ve hate kirin.

19'ê Kanûnê saet di 08:30'î de li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê li hemberî dagirkerên ku dixwestin bi kepçeyan li qadê bi cih bibin, bi sûîqestê çalakiyek hate kirin. Di encamê de dagirkerek hate cezakirin. Çalakî ji aliyê hêzên me yên YJA Starê ve hate kirin.

Li herêma Xakurkê;

18'ê Kanûnê saet di 20:30'î de li qada Geliyê Lolanê hêzên me dest li liv û tevgera helîkopteran werdan. Piştî vê destwerdanê helîkopter neçar man ji qadê biçin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker ên bi teqemeniyên qedexekirî, gazên kîmyewî û droneyên bombebarkirî

18'ê Kanûnê li herêma Metînayê çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê Ortê 2 caran bi teqemeniyên qedexekirî û gazên kîmyewî hatin bombekirin. Dûyê ji gazên kîmyewî bilind bû bi rengê spî bû.

15'ê Kanûnê li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl çeperên me yên şer ên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê 3 caran bi teqemeniyên qedexekirî hatin bombekirin.

Êrişên artêşa Tirk a dagirker;

18 û 19'ê Kanûnê li herêma Garê Girê Zengilê û Sêdarê 2 caran, li Herêma Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl Qada Berxwedanê ya Girê Bahar 2 caran, li herêma Xakurkê Qada Şehîd Şerîf 2 caran, li herêma Zapê Qada Şehîd Îbrahîm carekê; bi giştî 7 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

Herêmên Zap, Rojavayê Zapê ya Şehîd Delîl, Metîna û Xakurkê bi topan hatin bombekirin."