Peyama Rêveberiya Xweser ji bo kongreya MSD`ê

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman di kongreya 4`emîn a MSD`ê de got "Ji bo çareserkirina aloziya Sûriyeyê û bidawîkirina êş û zehmetiyên sûriyeyiyan diyaloga nîştimanî pêwîst e."

Peyama Rêveberiya Xweser ji bo kongreya MSD`ê
20 kanûn, 2023   12:59
REQA

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Hisên Osman di kongreya 4`emîn a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) de axivî û got: “Welatê me Sûriye zêdetirî 10 salan e di nava aloziyê de ye ku bandor li gelek qadên jiyanê kir, di necamê de karesatên baorî, civakî, siyasî û mirovî rû dan, koçberî, dagirkerî û kuştin çêbû."

Osman wiha domand: "Êş û zehmetiyên sûriyeyiyan hîna berdewam in û di encama destwerdana hêzên herêmî û navneteweyî de, hîna ew ji dîtina çareseriyekê yan jî lihevkirinekê dûr in."

Osman destnîşan kir ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, ji bo bidawîkirina aloziyê çareseriya herî guncaw in, ji ber ku pêkhateyên wê xwedî li projeyeke nîştimanî li ser bingeha edalet, wekhevî û avakirina Sûriyeyeke demokratîk derketin.

Osman wiha axaftina xwe domand: "Tecrubeya Rêveberiya Xweser, modeleke nîştimanî ya diyar e ku nasnameya nîştimanî ya Sûriyeyê û yekitiya wê xurttir dike. Ev proje li hember tevahî hewldanên qirkirinên siyasî û civakî, derxistina tevliheviyê li ber xwe da. Bi zanabûn û têgihiştina gelê me serkeftin bi dest xist, rastiya nasnameya wî û têkoşîna wî ya demokratîk ji bo Sûriyeyê îsbat kir."

Her wiha Osman diyar kir ku li gel şert û mercên heyî, plan û komployên ji aliyê hêzên li dijî demokrasiyê, gef û êrişên domar ên Tirkiyeyê, dagirkirina herêmê, siyaseteke diyar e ku armanca wê têkbirina tecrubeya gelê herêmê û tunekirina hêviyên wî ye.

Osman destnîşan kir ku gel bi têkoşîna xwe ya li dijî terorê û ji bo avakirina Sûriyeya demokratîk, îsbat kir ku ew bingeha çareseriya civakî û erdnîgarî ye li ser avakirina îstiqrarê li Sûriyeyê, mînakeke pratîk e."

Osman îşaret pê kir ku lidarxistina kongreyê û beşdariya balkêş tê de, delîla rastiya rêgeza ku herêmê li ser dimeşe û wiha pê de çû: "MSD`ê sîwanê serkeftî yê Sûriyeyê e û îsbat kir ku dikare rastiya opozîsyona ku pêşketinê ber bi demokrasiyê ve armanc dike, rave bike. Lê belê şerê li ser MSD`ê, herêmên me, zehmetiyên mezin derxistin, lê ya girîng ew e ku ev astengî li pêşiya pêşketinê nebûn kelem."

Osman hêvî kir ku kongre bi ser keve û bibe destpêkeke guncew ya xurt ji bo vê pêvajoyê û hêviyên gel û got: "Em di wê baweriyê de ne ku MSD`a ku di salên zehmet de tê koşiya, dikare bi ser keve û bibe sîwanek nîştimanî ya komker ku tevahî hêzên nîştimanî yên guheritn û veguhertina demokratîk li Sûriyeya hevgirtî armanc, kom bike."

Dawiyê Osman got pejirandina nermbûnê di diyalogê de û israra li ser berdewamkirina wê wek stratejiyekê, rêya ku dê dawiyê bi ser keve.

Kongreya MSD`ê li Xwaringeha El Erd El Seîde ya li Reqayê bi dirûşma “Yekitiya sûriyeyiyan bingeha çareseriya siyasî û mîsogeriya Sûriyeyeke demokratîk a pirreng a nenavendî ye” didome.

(şx)

ANHA