Meclisa Jinan: Divê jin xwedî derfetên wekhev bin da ku nûnertiya welatê xwe bikin

Meclisa Jinan a Sûriyeyê di kongreya 4`emîn a MSD`ê de destnîşan kir ku divê jin xwedî derfetan wekhev bin da ku di aştiyê û sazkirina destûrê de nûnertiya welatê xwe bikin. Her wiha bang li sûriyeyiyan kir ku bi awayekî çalak tev li çareseriya siyasî ya welêt bibin.

Meclisa Jinan: Divê jin xwedî derfetên wekhev bin da ku nûnertiya welatê xwe bikin
Meclisa Jinan: Divê jin xwedî derfetên wekhev bin da ku nûnertiya welatê xwe bikin
Meclisa Jinan: Divê jin xwedî derfetên wekhev bin da ku nûnertiya welatê xwe bikin
20 kanûn, 2023   13:24
REQA

Endama Rêveberiya Meclisa Jinan a Sûriyeyê Suhêl Senûh di kongreya 4`emîn a MSD`ê de axivî.

Sûhêl Senûh got: “Bêguman, aloziya Sûriyeyê, dirêj kir û firehtir bû. Bi sed hezaran kes bûn qurban. Di zêdetirî 10 salan de, hewldanên rastîn ji bo dîtina çareseriyekê tune bû. Mixabin di heman demê de vîneke navneteweyî ji bo çareserkirinê jî tune bû."

Suhêl wiha domand: "Em ji vê civatê bang li sûriyeyiyan tev da dikin ku hevgirtî bin û bi awayekî çalak tev li danîn û sazkirina çareseriya siyasî bibin."

Suhêl destnîşan kir ku beyî avakirina pergaleke nenavendî ya siyasî û aborî û çandî bi rêya diyaloga sûriyeyî-sûriyeyî, çareserî ne pêkan e.

Suhêl îşaret bi rola jinan a pêşeng di civaka Sûriyeyê de kir û got: "Jina sûriyeyî, di gihandina deng û êşên jinan de roleke girîng lîst. Tev li tevahî qadên jiyanê bû. Di şer de pêşeng û rêveber bû. Divê heman derfetên nûnertiya welêt di aştî û sazkirina destûrê de ji jinan re bên peydakirin."

Dûre sînevîzyonek li ser kar û xebatên MSD`ê di 5 salên dawîn de hatie pêşandan. Her wiha peyamên pîrozkirinê yên ji aliyê partî, hêz, kesayetên nîştimanî ya sûriyeyî ji hundir û derve ve hatin xwendin.

Piştre li pêşiya dezgehên çapemeniyê hate girtin.

(şx)

ANHA