Di lehiya li Reqayê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da

Li gundewarên Reqayê ji ber lehiyê 2 zarokan jiyana xwe ji dest da.

Di lehiya li Reqayê de 2 zarokan jiyana xwe ji dest da
13 cotmeh, 2026   16:02
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî agahiyên ku Gerînendetiya Ragihandinê ya Reqayê weşandine, di encama lehiyê de ku ji ber barîna zêde ya baranê li herêma Medan a Reqayê rû da, 2 zarokan jiyana xwe ji dest da. 

Gerînendetiyê behsa hûrgilî û zirarên dîtir nekirin.

Ji destpêka salê ve di çemê Firatê û golên avê yên li parêzeha Reqayê de 58 xeniqîne ku piraniya wan zarok bûn.

(sb)