Li Til Temir şehîdê çapemeniyê Seed El Ehmed bi bîr anîn

Malbat û hevrêyên şehîd Seed El Ehmed ew li ser gora wî bi bîr anî û merasîmek li Pakrewangeha Şehîdan a Til Temirê li dar xist.

13 cotmeh, 2026   15:25
NAVENDA NÛÇEYAN

Malbata şehîdê çapemeniyê Seed El Ehmed û xebatkarên ANHA`yê şehîd Seed li Pakrewangeha Şehîdan a Til Temirê bi bîr anî. 

Li ser navê ANHA`yê Ehmed Mihemed axivî û got: “Şehîd Seed bi karwanê ku 13`ê Cotmehê diçû Serêkaniyê şehîd bû, karwan ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hate bombebarankirin. Divê ev bûyer qanûnî were lêkolînkirin û hesab were xwestin.”

Mihemed di dawiyê de got Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) dê di hemû şert û mercan de xebatên xwe bidomîne.

Her wiha bavê şehîd Seed El Ehmed Mihemed Seîd Şêxmûs El Ehmed di merasîma bîranînê de axivî û got: “Seed dema ku şehîd bû çek di destê wî de nebû, kamera rakiribû û dixwest êrîşa li ser bajarê Serêkaniyê bişopîne belge bike û heqîqetê eşkere bike. Rojnamevan ji bo bûyeran bişopînin û ji raya giştî re raghînin jiyana xwe dixin xeteriyê de û karê xwe dewam dikin. Kurê min Seed di şer de jî karê xwe dewam kir û xwe neda paş.”

El Ehmed bal kişand ser malbatên şehîdan û got li Til Temirê gelek malbat hene, zarokên wan şehîd in û di hemû şert û mercan de li ber xwe dan û rêça şehîdên xwe dişopînin.

Merasîm bi dirûşmên “Şehîd namirin” bi dawî bû.

(np)

ANHA