Li Yewnanistanê di teqînekê de jinekê jiyana xwe ji dest da

Hate ragihandin ku li bajarê Selanîk ê li bakurê Yewnanistanê, jinekê ji ber teqîna bombeyekê jiyana xwe ji dest daye.

Li Yewnanistanê di teqînekê de jinekê jiyana xwe ji dest da
3 gulan, 2025   12:07
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên ewlehiyê yên Yewnanistanê da zanîn ku li bajarê Selanîk ê li bakurê welêt jineke 38 salî ji ber teqîna bombeyekê jiyana xwe ji dest daye. 

Rayedaran diyar kir ku bûyer di saetên serê sibehê de çêbûye û der barê wê de lêkolînê dest pê kiriye.

Rayedaran ev agahî dan Reutersê: "Xuya ye ku bombe pê re bû û plan dikir di bankekê de bi cih bike."

(bb)