Roja Azadiya Çapemeniyê… Li hember sûcên dewleta Tirk tu gav nehatine avêtin

3’yê Gulanê wek Roja Azadiya Çapemeniyê tê pîrozkirin. Tevî ku ev roj ji bo balkişandina ser rola çapemeniya azad a di pêşxistina pîvanên demokrasiyê û parastina mafên mirovan de ye jî, lê li hember sûcên dewleta Tirk ên li dijî rojnamevan û saziyên rojnamegeriyê tu gavên cidî nehatine avêtin.

Roja Azadiya Çapemeniyê… Li hember sûcên dewleta Tirk tu gav nehatine avêtin
3 gulan, 2025   11:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî biryara Konferansa UNESCO’yê ya di sala 1993’yan de, 3’yê Gulanê wekî Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hat îlankirin. Ev roj ji bo balkişandina ser rola rojnamegeriya serbixwe di ragihandina heqîqetê û xurtkirina civakên demokratîk de hate destnîşankirin. Her wiha armanc ji îlankirina vê rojê, parastin û piştevaniya rojnamevanan e.

Tevî hewldanên navneteweyî yên ji bo parastina azadiya çapemeniyê, lê li gelek welatan, bi taybetî Tirkiye, êriş û zextên li ser çapemeniya azad dewam dikin. Desthilata Tirk ku peymanên navneteweyî yên têkildarî rojnamegeriyê binpê dike, li dijî rojnamevan û dezgehên medyayê yên serbixwe operasyoneke berfireh ên destgîekirina rojnameyan, girtina saziyan û darizandina wan bi idîayên "teror û têkbirina ewlehiya neteweyî" pêk tîne. Di heman demê de saziyên ragihandinê dişopîne û rojnamevanan tehdît dike. Ji ber van binpêkirinan, gelek rojnamevanan welat terk kir.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser rojnamevanan dewam dikin. Hejmareke rojnamevan li ser wezîfeya xwe ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefkirin û qetilkirin. Ji wan rojnamevan Egîd Roj, Cîhan Bîlgîn û Nazim Daştan li Bendava Tişrînê, her wiha Îsam Ebdullah, Seed Ehmed, Mihemed Reşo û bi dehan rojnamevanên din di êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmê de şehîd bûn.

Rêxistina Rojnamevanên Sînornenas (RSF) û Human Rights Watch (HRW) balê dikişînin ser binpêkirinên li dijî rojnamevanan. Neteweyên Yekbûyî jî ji ber zextên dewleta Tirk ên li ser rojnamevanan fikarên xwe nîşan dan. Rêxistinan diyar kir ku divê rêz li mafên rojnamevanan were girtin û destûr bê dayîn da ku bi azadî û ewle wezîfeya xwe bi cih bînin.

Roja Azadiya Çapemeniyê roja bibîrxistina vê yekê yek ku ragihandina azad stûneke bingehîn a pergaleke demokratîk e.

(bb)