Di êrişên li ser Xezayê de 21 kes hatin kuştin

Hate ragihandin ku di êrişên Îsraîlê yên li ser Xezayê de 21 kes hatin kuştin.

 Di êrişên li ser Xezayê de 21 kes hatin kuştin
3 gulan, 2025   12:09
NAVENDA NÛÇEYAN

Televîzyona El Eqsa ya Filistînê ragihand ku artêşa Îsraîlê barbanga îro li kampa Xan Yûnisê avahiya malbata El Beyrem bombebaran kir û di encamê de 11 kes hatin kuştin.

Medyaya filistînî da zanîn ku di êrişa Îsraîlê ya li ser taxa Şucaiyê ya rojhilatê bajarê Xezayê de 10 kes hatine kuştin.

(bb)