Li Xezayê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin, 9 jî birîndar bûn

Hate zanîn ku li Xezayê ji ber teqîna bombeyekê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin û 9 leşker birîndar bûne.

Li Xezayê leşkerekî Îsraîlê hat kuştin, 9 jî birîndar bûn
17 hezîran, 2025   09:46
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameya Yedioth Ahronoth ya îsraîlî îro ragihand ku endamên Hemasê mayînek di wesayîta zirxî ya "Namer" de teqandin, di encamê de leşkerek hat kuştin û hin birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku di şerê giran ê li başûrê Xezayê de leşkerek ji "Lîwaya Golanî" hatiye kuştin û yek jê efser 4 leşkerên din jî birîndar bûne.

Radyoya Artêşa Îsraîlê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyek leşkerî da zanîn ku ku ji ber teqîna bomeyekê di wesayîta zirxî de leşkerek hatiye kuştin û 9 jî birîndar bûne.

 Artêşa Îsraîlê duh bi daxuyaniyekê ragihandibû ku di şerê li başûrê Xezayê de cîgirê fermandarê yekîneyeke Lîwaya Golanî hatiye kuştin.

Di daxuyaniya artêşê de hatibû gotin " Cîgirê fermandarê yekîneya endazyariyê 7086’an ya girêdayî Tugeya Golanî, Tal Movşovitz ê 28 salî di şerê li başûrê Xezayê de hatiye kuştin.

(bb)