Bandorên şerê Îsraîl û Îranê li ser zagonên navneteweyî û ewlehiya enerjiya cîhanî

Arîşeya nû ya leşkerî di navbera Îsraîl û Îranê de careke din mijara nebûna wekheviya pêkanîna zagornên navneteweyî derxistiye holê û derbarê berpirsiyariya hêzên mezin ji bo çarserkirna nakokiyên herîmê pirsên nakok derxistiye pêş. Li aliyekî din ve tirs zêde dibe ku rewş ber bi pevçûneke berfereh ve biçe ku dikare bibe xeterî ser rêyên derbasbûna enerjiyê.

Bandorên şerê Îsraîl û Îranê li ser zagonên navneteweyî û ewlehiya enerjiya cîhanî
17 hezîran, 2025   10:22
NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên îro bal kişandin ser gurbûna aloziya di navbera Îsraîl û Îranê de, bandorên vê nakokiyê li ser sistema navneteweyî û ewlehiya enerjiyê ya cîhanî.

BILA ZAGONÊN NAVNETEWEYÎ BÊNE PÊKANÎN

Rojnameya Al Xelîc nivîsî ku cîhan di demek aloz re derbas dibe ku girîng rêgezên hiqûqa navneteweyî werin pêkanîn, da ku ev rêgez ji bo her kesî derbas bibin. Cîhan niha di serdemek veguherînên mezin de derbas dibe. Eger ev veguhertin bi rêgezên tekûz û asê neyên kontrolkirin, dibe ku hin alî jê nerazî bin, ev jî dê bibe egera pevçûnên çekdrî û wêraniyên mezin.

Rojnameyê her wiha nivîsî, " Neteweyên Yekbûyî li ser kavilên xerabûna Şerê Cîhanê yê Duyemîn hat damezrandin, armanca wê diyar bû, weke ku di pêşgotina peymana wê de  hatiye gotin , "Nifşên siberrojê tûşî wêraniya şeran nebin"û baweriya bi mafên wekhev ên neteweyan. Lê diyar e ku mîkanîzmayên pêkanîna van regezan têrê nedikir û bêne pêkanîn. "

ÎSRAÎL Û ÎRAN: LI VIR PEVÇÛNÊN LEŞKERÎ YÊN RASTERAST Û LI WIR BI RÊYA WEKÎLAN!

Rojnameya El Quds El Erebî nivisî ku heta Amerîka bi awayekî eşkere û bi biryar destwerdanê neke ji bo rawestandina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de diqewime, dibe e ku operasyonên leşkerî heta demekê bidomin.

Rojnameyê her wiha nivîsî, "Ya rast ew e rêveberiya Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Donald Trump naxwaze ji bo agirbestê zexteke bi bandor li Israelsraîl bike, ji ber ku li gorî Amerîkayê dibe encamên şer bibin derfeteke stratejîk ji bo jinavbirin û tunekirina bernameya nukleer ya Îranê.

PEVÇÛNEKE BI KONTROL: PEVÇÛNA ÎSRAÎL Û ÎRANÊ EWLEHIYA ENERJIYÊ YA CÎHANÊ DIXE METIRSIYÊ?

Rojnameya Al Nahar bal kişand ser pirsa gelo dê aloziya di navbera Îsraîl û Îranê heta kîjan radeyê bandorê li ewlehiya enerjiyê ya cîhanî dike. Bi taybetî li ser Tengava Hurmuzê, rêya deryayî ku nêzîkî %20 petrola cîhanê tê re derbas dibe.

Tevî aloziya siyasî û leşkerî ya berbiçav jî, lê  heya niha bandora rasterast li ser bazarên enerjiyê kêm xuya dike, ji ber ku pevçûnên bi hesab in,  ev pevçûn heta niha peyamên siyasî ne ne zirarên pratîk in.

Rojnameyê her wiha destnîşan kir ku "heta niha, nakokiya Îsraîl  û Îranê bi awayeke teng û bi hesab tê rêvebirin, hin lêdanên sembolîk in ku dixwazin zexta navxweyî çêbikin, ne ji bo enerjiya gerdûnî têk bibin. Gef û êrişên her du aliyan bi giranî şerê psîkolojîk û siyasî ne. Her wha bazarên neftê jî nerm in, dikarin li gorî van aloziyan tevbigerin.  Lê dîse jî her tişt dibe were guhertin, eger êriş li ser xetên petrol hatin kirin, an jî Tengava Hurmuzê bi rastî were girtin, ev yek dikare aramiya  enerjiyê ya cîhanî têk bibe. "

(k)