Li Xeza û Xan Yûnisê 14 filistînî hatin kuştin

Di êrişên Îsraîlê yên li ser Xeza û Xan Yûnisê de 14 filistînî hatin kuştin.

 Li Xeza û Xan Yûnisê 14 filistînî hatin kuştin
9 mijdar, 2024   12:31
NAVENDA NÛÇEYAN

Çapemeniya filistînî ragihand ku di êrişên Îsraîlê yên ji şevê din heya berbanga îro de 14 filistînî li Xeza û Xan Yûnisê hatine kuştin.

Li gorî Ajansa WAFA ya Filistînê, artêşa Îsraîlê Dibistana Fehed El Sebat a koçber lê dimînin a Xezayê bombebaran kir. Di encamê de 5 filistînî hatin kuştin û hin jî birîndar bûn.

Heman ajansê ragihand ku 9 kuştiyên din ên êrişa li ser kampeke koçberan jî rakirin nexweşxaneya Xan Yûnisê ya li başûrê Xezayê.

Li gorî medyaya Filistînê, di êrişên ji 7ˈê Cotmeha 2023ˈyan û vir de yên li ser Xezayê de 43 hezar û 508 filistînî hatine kuştin û 102 hezar û 684 kes jî birîndar bûne.

(bb)

ANHA