Bîlançoya teqîna li Pakistanê giran bû: 24 kuştî

Hejmara kuştiyên teqîna ku li stasyonê trenê ya bajarê Quetta ya eyaleta Belûçistan a Pakistanê gihaşt 24 kesan. ‘Artêşa Rizgariya Belûçistanê’ berpirsyariya teqînê girt ser xwe.

 Bîlançoya teqîna li Pakistanê giran bû: 24 kuştî
9 mijdar, 2024   12:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî çavkaniyên ewlehiyê, hejmara kuştiyên teqîna li stasyonê trênê ya li rojavayê Pakistanê gihaşt 24 kesan û zêdetirî 40 birîndaran.

Berpirsê giştî yê Polîsên Belûçistanê Muezem Cah Ensar ragihand ku heya niha 24 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Li gorî agahiyên ku bijîşkan dane ajansa Reutersê, nêzî 44 kes ji ber teqînê birîndar bûne.

Rêveberiya Polîsan a Pakistanê wek bîlançoya pêşîn ragihandibû ku herî kêm 17 kes hatine kuştin û nêzî 15 kes jî birîndar bûne.

‘Artêşa Rizgariya Belûçistanê’ bi daxuyaniyekê berpirsyariya teqînê girte ser xwe û diyar kir "xwekujekî hêzên li stasyonê kire hedef.”

(bb)