Çalakiyên li Kobanê yên Festîvala Şehîd Hogir li dar ketin

Çalakiyên li Kobanê yên Festîvala Çand, Huner û Werzîşê ya Şehîd Hogir a 3ˈyemîn, bi dirûşma "Bi huner û werzîşê xwendekar çanda xwe misoger dikin" hatin lidarxistin.

8 mijdar, 2024   19:05
KOBANÊ

Beşa çalakiyên Festîvala Çand, Huner û Werîzê ya Şehîd Hogir a 3ˈyemîn ên li Kobanê ku ji aliyê Yekitiya Xwendekarên Welatparêz ên Sûriyeyê ve birêxistinkirin, li dar ketin. 

Festîval li Hola Mesûd a Kobanê bi beşdariya malbata şehîd Hogir û xwedekarên ji kantonan hate lidarxistin.

Hevserokê Yekitiya Xwedekarên Welatparêz a bajarê Hesekê Ercan Mehmûd di festîvalê de axivî û diyar kir ku tevî êrişên li ser herêmê û rewşa zehmet jî festîval hate lidarxistin. Mehmûd got: “Festîval bersiva li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker e.”

Birayê şehîd Hogir Zekeriya Mislim El Ceradê axivî û spasiya amadekarên festîvalê kir. Zekeriya bal kişand ser dîroka şoreşa Kurdistanê û wiha domand: "Em bi hêvî ne hemû ciwanên me xwedî li ked û mîrasa şehîdên azadiyê derkevin û heta dawiyê biparêzin."

Piştî bidawîbûna axaftinan bernameya festîvalê dest pê kir û pêşbirkên hunerî, zanistî, muzîk, govend, helbest, şano û wênexêziyê, her wiha pêşbirkên werzîşê wek futbol, bez, pinpongê, voleybol û kişikê li dar ketin.

Di festîvalê de Koma Vejîn, Koma Rojhêv, Koma Rojîn, Koma Şehîd Bêrîtan a ji Reqayê, Koma Mîrava û Koma Şirîn Hisî berhemên xwe pêşandan.

Koma Şanoyê ya Zanîngeha El Şerq a Reqayê şanoyek pêşan da û xwendekarên dibistanan helbest, Koma Muzîkê ya Navenda Hîlala Zêrîn a Kobanê jî stran pêşkêş kirin.

Dûre beşa werzîşê dest pê kir. 5 tîman maçên kişikê lîstin.

Di dawiya festîvalê de xelat li komên ku beşdarî festîvalê bûne, hatin belavkirin.

Komîteya amadekar diyar kir ku ew festîvalê diyarî şehîd Metîn dikin.

Şehîd Hogir (Hisên Mislim Ceradê) rêveberê Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz a kantona Firatê bû. Ji gundê Metîn ê Kobanê ye. 26`ê Tîrmeha 2013`an dema çeteyên Cebhet El Nusra û Ehrar El Şam êrişî gundê Girhok ê kantona Cizîrê kir, şehîd bû.

Şehîd Metîn jî ji Dêrikê yê kantona Cizîrê ye. Endamê Konfederasyona Xwendekarên Welatparêz bû. Hevrêyê şehîd Hogir bû û bi hev re şehîd bûbûn.

(sş/bb)

ANHA