Li Ukraynayê kesek hate kuştin û 14 jî birîndar bûn

Rayedarên Ukraynayê ragihandin ku di encama topbarana Rûsyayê ya li başûrê Ukraynayê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 14 kesên din jî birîndar bûn. Di nav wan de pisporên tenduristiyê jî hene.

Li Ukraynayê kesek hate kuştin û 14 jî birîndar bûn
20 hezîran, 2025   18:16
NAVENDA NÛÇEYAN

Rayedarên Ukraynayê roja Înê ragihandin ku di encama êrişa Rûsiyayê ya li ser bajarê Odessa yê li başûrê Ukraynayê herî kêm kesek hat kuştin û 14 kesên din jî birîndar bûn. Di nava wan de personelên ambulansê jî hene. 

Servîsa Lezgîn a Ukraynayê wêneyên ku operasyonên rizgarkirinê nîşan didin belav kirin, di nav de dîmena jinek ku xwe ji pencereya xaniyê xwe yê dişewitî avêt hebû.

Waliyê Herêma Odessa Oleg Kiper diyar kir ku êriş li dijî avahiyên niştecihbûnê, saziyên perwerdeyê, tesîsên sivîl û şebekeyên veguhestinê pêk hatiye.

Polîsan piştrast kir ku 3 pisporên tenduristiyê di nava birîndaran de hene ku dema li cihê êrişê karên xwe dikirin, birîndar bûn.

Di daxuyaniya Hêza Hewayî ya Ukraynayê de hat ragihandin ku Rûsyayê di şevekê bi 86 dronên bêmirov êriş kieiye,  70 ji wan ji aliyê parastina hewayî ya Ukraynayê ve hatine xistin.

Di vê navberê de, Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê piştrast kir ku herî kêm 61 dronên Ukraynayê anîne xwarê.

(ac)

ANHA