Yekîtiya Rewşenbîran desteya rêveber û hevserok hilbijartin
Konferansa 6`an a Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê piştî hilbijartina desteya Rêveber ku ji 7 endaman pêk tê, û hilbijartina Yûsif Kûtî û Feyrûz Reşik bo hevserokatiyê, bi dawî bû.
Konferansa 6`an a Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê îro danê sibê bi dirûşmeya “Rewşenbîr dengê civaka azad û demokratîk e” dest pê kir. Konferans li salona Efrîn ya bajarê Qamişlo yê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hate lidarxistin.
134 delege, nûnerên Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM), saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, saziyên rewşenbîrî, Meclîsa Malbatên Şehîdan û nûnerên partiyên siyasî li konferansê amade bûn.
Li ser navê Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Cizîrê, Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) û Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê axaftin hatin kirin.
Piştî axaftinan dîwana konferansê hate hilbijaritn û sînevizyoneke der barê kar û çalakiyên yekîtiyê di nava du salên derbasbûyî de hat pêşkêşkirin, paşê rapora xebatên yekîtiyê hate xwendin û gûtûbêjkirin.
Beşdarên konferansê rêziknameya yekîtiyê gotûbêj kirin û piştî guhertina hin xalan rêzikname hate erêkirin.
Di konferansê de desteya rêveber ji 7 kesan û Yûsif Kûtî û Feyrûz Reşik ji bo hevserokatiya yekîtiyê hatin hilbijartin.
Konferans bi xwendina encamnameyê bi dawî bû.
(k)