Artêşa Pasdaran êrişeke din ya mûşekan pêk anî

Televîzyona dewletê ya Îranê di roja heştemîn ya şerê li dijî Îsraîlê de êrişeke nû ya mûşekî ragihand.

Artêşa Pasdaran êrişeke din ya mûşekan pêk anî
20 hezîran, 2025   18:32
NAVENDA NÛÇEYAN

Pêşkêşvanekî li televîzyona dewletê êrîşa mûşekî ragihand, “Hûn wêneyên asîmanê yên ku ji deverên dagirkirî di kêliya gihiştina mûşekên Îranê de hatine kişandin, temaşe dikin.”

Televîzyona dewletê dîmenên bûyerê bi sîrûda leşkerî ya Îranê re zindî weşand.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku li “gelek deveran” dengê sîrenan dîsa lêdide. Artêşê di daxuyaniyekê de li ser X got, “Hêza hewayî ji bo astengkirinê tedbîr girtiye.”