Li Til Temirê nan dê bi rêya komînan were belavkirin

Nanpêjxaneya Til Temirê dest bi pêkanîna mekanîzmayeke nû ya belavkirina nan kiriye. Li gorî wê dê nan bi rêya komînan li şêniyan were belavkirin.

28 ÇILE, 2026   04:05
HESEKE

Piştî rakgihandina seferberiya giştî li bajarên kantona Cizîrê, saziyên xizmetguzariyê jî seferber bûn da ku jiyana rojane ya şêniyan hêsantir bikin.

Di vê çarçoveyê de, nanpêjxaneya Til Temeiê yek ji wan saziyan bû ku bersiva seferberiyê da û hemû karmendên xwe seferber kirin, da ku hewcedariya nan a şêniyan kêm nebe.

Di dema borî de hewcedarî û daxwaza şêniyan a nan zêde bû, lewma şênî ji bo nan bistînin li ber deriyê nanpêşxaneyê kom dibûn.

Ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê rêveberiya nanpêjxaneyê, bi hevkariya komînên bajêr û saziyên din ên têkildar, mekanîzmayeke belavkirinê ya nû danî. Li gorî vê mekanîzmayê dê nan bi rêya komînên tax û gundan li şêniyan were belavkirin. Ev yek dê zexta li ser nanpêjxaneyê sivik bike û gihandina nan ji şêniyên tax û gundan re hêsan bike.

Rêveberiya nanpêjxaneyê diyar kir ku ew li gorî rewşa seferberiya giştî, nan li gorî planeke birêkûpêk çêdikin da ku têra hemû şêniyan bike. Li gorî wê planê rojane 4 hezar û 600 kîsên nan bi rêya 12 komînên bajêr û 4 hezar û 600 kîs bi rêya komînên gundan têne belavkirin, her wiha 900 kîs jî rasterast li nanpêjxaneyê ji bo rewşên awarte têne belavkirin.

Şêniyên Til Temirê kêfxweşiya xwe ji vê yekê anî ziman û diyar kir ku belavkirina bi rêya komînan pirsgirêka kombûna li ber deriyê nanpêjxaneyê û qerebalixê kêm dike.

ANHA