Koçberên li Girkê Legê rûbirûyî zehmetiyan in

Li Dibistana Şehîd Eyûb a Girkê Legê 22 malbatên Efrîn û Şehbayê ku ev cara 4ˊemîn e bi darê zorê koçber dibin, zehmetiyên jiyanî dikişînin.

28 ÇILE, 2026   05:20
QAMIŞLO
ROHAT XELEF

Êş û azarên koçberên Efrîn û Şehbayê yên ku bi darê zorê koçber bûne, zêde dibin, di şert û mercên dijwar de li navendên bicihbûnê yên bajarê Girkê Legê dijîn. Koçber ji pêdiviyên sereke yên jiyan digel vê serma û seqemê de bê par in.

Piştî ku cara 4'mîn bi darê zorê koçber bûn, niha 22 malbatên koçber ên Efrîn û Şehbayê li dibistana Şehîd Eyûb a bajarê Girkê Legê dimînin. Piraniya van malbatan zehmetiyên jiyanê dijîn ku di vê sermê de mazot tune û madeyên sereke kêm in. Bi taybet para zêde ya zarok û temen mezinan e.

Welatî Şukrî Osman ê ji Efrînê ku ev cara 4ˊan koçber dibe û li dibistana Şehîd Eyûb dimîne diyar kir ku 22 malbat di gel şert û mercên jiyanê yên zehmet de di dibistanekê de bi cih bûne.

Osman destnîşan kir ku betanî û rêbazên germkirinê pir kêm in, zarok di saetên şevê de pir sar dibin.

Osman bang li rêxistinên mirovî û aliyên peywendîdar kir ku bi lez destwerdanê bikin û alîkariyên pêwîst ji bo malbatan pêşkêş bikin bi taybet ji bo zarokan.

Osman her wiha banga yekgirtinê û rawestanina şer û êrişan kir, da ku êşa koçberan bi dawî bibe û vegerin warê xwe.

Li gorî daneyan, hejmara koçberên Efrîn û Şehbayê yên li bajarê Girkê Legê û gundewarê wê nêzî 300 malbat e, li ser dibistan, navendên bicihbûnê hatin belavkirin. Pêdiviya wan bi piştevaniya mirovî ya lezgîn heye ku êşên wan ên berdewam sivik bibin.

(ac/fr)

ANHA