Şêniyên Dêrikê nobeta parastinê didomînin

Şêniyên bajarê Dêrikê nobeta parastinê didomînin û diyar kir ku ew amade ne bersiva êrişên çeteyên hikumeta demkî bidin.

Şêniyên Dêrikê nobeta parastinê didomînin
28 ÇILE, 2026   02:45
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şêniyên bajarê Dêrikê yê kantona Cizîrê ku li dijî gef û êrişan seferber in û nobeta parastinê digirin, piştgiriya xwe bi QSD’ê re anî ziman.

Omer Hisên ku di nobeta parastinê de cih digire, got: "Îro roja hebûna gelê Kurd ê Rojava ye. Em ê li hemberî dijmin bisekinin û nehêlin ku derbasî herêmên me bibin."

Omer Hisên destnîşan kir ku gelê Kurd li çar aliyên Kurdistanê û cîhanê ji bo parastina Rojava bûye yek û ev li gotinên xwe zêde kir: "Em ji xeta şehîdan gav paşde naavêjin. Em şêniyên Dêrik, gundên Koçerat û Beravê rojane nobeta parastina taxên xwe digirin. Em rê nadin xetere, êrişkar û xirabker ku nêzî herêmên me bibin."

Nobedara bi navê Cîhan Beda jî piştgiriya xwe bi QSD, YPJ û YPG’ê re anî ziman û berxwedana gelê Kobanê ya dorpêçkirî silav kir.

Cîhanê diyar kir ku ew şeva xwe li ser rêyan û taxan diborînin da ku rûmeta gelê Kurd biparêzin û dê rê nedin tu kesî ku êrişî Rojava bike.

Xorşîd Yûsif jî parastina xwe taxa dike û got serkeftin dê para gelê Kurd be ku li dijî gef û xetereyan çek hilgirtiye. Yûsif anî ziman ku ew rojane nobeta parastina gelê xwe ji êrişên çeteyên hikumeta demkî digire.

(b)