Bihaya kehrebê li Qamişloyê hate diyar kirin

Gerînendetiya Herêma Qamişloyê her ambêrek mehane bi 1.25 sentan diyar kir.

Bihaya kehrebê li Qamişloyê hate diyar kirin
2 îlon, 2026   20:01
NAVENDA NÛÇEYAN

Gerînendetiya Herêma Qamişloyê biryara da ku mekanîzmaya xebata jenetoran û bihaya ampêran were birêxistinkirin da ku rewşa xizmetguzarî û birêveçûna kar û barên herêmê were başkirin û hêsankirin.

Li gorî biryara ku ji Gerînendetiya Sotemeniyê ya Cizîrê re hatiye arastekirin, Gerînendetiya Sotemeniyê berpirsê yekem û dawî ya mekanzîmaya xebata jenetoran û bihaya ambêran e li gorî saetên pêxistinê.

Gerînendetiyê bihaya her ambêrekê mehane di her saetekê de dolarek û 25 sentan diyar kir.

(f)