Li Til Birak û Holê semînerên li ser hişbirê

Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê li Til Birak û Holê 2 semînerên hişyariyê li ser metirsiyên hişbirê û rêbazên têkoşîna li dijî wê dan. Di semîneran de hat destnîşankirin ku têkoşîna li dijî hişbirê berpirsyariyeke giştî ye.

13 mijdar, 2025   15:30
HESEKÊ

Di çarçoveya xebatên xurtkirina zanabûnê û hişyariyê li ba ciwanan de, Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê û Rêveberiya Têkoşîna li dijî Hişbirê li bajarê Til Birak û meclisa bajarê Holê 2 semînerên hişyariyê bi navê "Zirarên hişbirê û rêbazên têkoşîna li dijî wê" dan. Semîner bi beşdariya bi dehan şênî, nûnerên saziyên sivîl û leşkerî û partiyên siyasî hatin li dar xistin.

Li Til Birakê di serî de endama Komîteya Werzîşê û Ciwanan a Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyeyê Nûr Elî li ser girîngiya xweparastina ji hişbirê û metirsiyên belavbûna wê di nav civakê de axivî û girîngî bi hevgirtinê ji bo parastina pêşeroja ciwanan, da.

Endamê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Hişbirê ya Hêzên Ewlekariya Hundirîn Salih El Sultan li ser cûre û teşeyên hişbirê axivî û diyar kir ku têkoşîna wê erkê her kesî ye û ji bo wê hevgirtin û hişyarîkirin divên.

Endamê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Mihemed El Mihemed jî li ser girîngiya zêdekirina rûniştinên hişyariyê di dibistan û saziyan de axivî.

Di dawiya semînerê de girîngî bi domandina hişyarîkirinê hat dayîn.

Li bajarê Holê di serî de rêveberê Nivîsgeha Têkoşîna li dijî Hişbirê ya bajarê Holê Casim El Xidir li ser madeyên hişbir, çavkaniyên wan û zirarên ku digihînin mirov û civakan, axivî. El Xidir got belavbûna hişbirê pirsgirêkên civakî, aborî û ewlehî yên mezin derdixe.

Di dawiya semînerên de beşdaran rêbazên pêşxistina hemleyên hişyariyê û zêdekirina programên parastinê li dibistanan û navendên civakî, nîqaş kirin.

(mh)

ANHA

HOL

TIL BIRAK