Ciwanên Şengalê: Dora me hat ku piştgiriyê bidin Rojava

Komek ji ciwanên Êzidî yên ji Şengalê tev li seferberiya giştî bûn, gihîştin Rojavayê Kurdistanê. Ciwanan got: "Rojava û Şengal yek e. Dora me hat ku piştgiriyê bidin Rojava."

Ciwanên Şengalê: Dora me hat ku piştgiriyê bidin Rojava
25 ÇILE, 2026   01:26
QAMIŞLO

Bi armanca bersivdana seferberiya giştî ya piştevaniya berxwedana Rojavayê Kurdistanê, komek ciwanên Êzidî ji Şengalê derbasî bajarê Tirbespiyê yê kantona Cizîrê bû û diyar kir ku ew li kêlek şervanên Rojavayê ne.

Ciwanekî li ser navê komê peyam da: "Di serî de em hemû şehîdên xwe bi rêz û hurmet bi bîr tînin û şifayê ji birîndarên xwe re dixwazin. Em jî wek ciwanên Şengalê, li vir in, da ku mil bi mil li nava şervanên YPJ û YPJˊê cihê xwe bigirin û parastina Roajva bikin. Xelkê Şengalê şoreşa gelê Rojava silav dike. Em jî di tevgerê de ne, çend kom ji Şengalê hatine.

Çawa gelê Rojava û şervanên wê, di 2014ˊan de, bi hawara Şengalê ve hatin û ji komkujiyan xelas kirin. Îro me erk û berpirsiyariya xwe dît ku em ji bo vê axê, vî gelî û van şervanan werin, heta dawiyê bi we re bin. Bila gelê Rojava û Kurdistanê pişta wan bi şervanên xwe, qehremaniya wan û pêşnengên wan xurt be, em heta dawiyê bi we re ne. Heta dilopek xwîn di me de bimîne em terka erdê Rojava nakin. Erdê Rojava û Şengalê li ba me yek e. Li ba her êzidiyek li tevahî cîhanê erdê Rojava û Şengalê yek e."

Peyama ciwanên Şengalê bi diruşmên "bijî berxwedana Rojava " bi dawî bû.

(FR)