Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê: Aştî bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye

Şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê da zanîn ku pêkanîna aştiyê li Rojhilaga Navîn û azadiya gelê Kurd bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye. Şêniyan bang li hemû gelan kir ku ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan asta têkoşîna xwe bilind bikin.

Şêniyên Girkê Legê û Dêrikê: Aştî bi azadiya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ye
14 mijdar, 2025   04:55
QAMIŞLO
KELSÛMA ELÎ

Şêniyên bajarên Girkê Legê û Dêrikê yên kantona Cizîrê çalakiyên xwe yên ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan didomînin.

Di wê çarçoveyê de welatî Zozan Hesen got ew her tim banga pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin lê belê rêxistinên mafên mirovan û aliyên berpirs bêdeng dimînin.

Zozan Hesen teqezî bi domandina têkoşînê da û got ku bi saya Rêber Abdullah Ocalan biratiya gelan û jiyana hevbeş misoget dibin. Zozanê wiha domand: "Jinên Dêrikê dê her tiştî xwe ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêbertî bidin; ji ber ku bi saya fikrên wî ew bi azadî û îrade dijîn. Azadiya jinan bi ya Rêbertî ve girêdayî ye. Bi saya berxwedan û têkoşîna wî, cîhanê gelê Kurd nas kir."

Leyla Elî banga çalakkirina mafê hêviyê kir û soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dubare kir.

Rêwan Şero yê ji Girkê Legê destnîşan kir ku jiyana hevbeş, biratiya gelan û pêkanîna aştiyê bi azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan ve girêdayî ne. Şero got dema projeya Rêbertî li Sûriye û Rojhilata Navîn were pêkanîn, azadî û ewlehî dê li herêmê serwer be.

(mh)

ANHA