Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû

Lîga Futbolê ya Şehîd Çiya Rizgar a ji aliyê Desteya Ciwan û Sporê ve li bjarê Til Birakê hate lidarxistin, bi serkeftina Tîma Ciwanên Til Birakê bi dawî bû.

Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
Lîga Şehîd Çiya Rizgar bi dawî bû
28 cotmeh, 2025   12:40
HESEKÊ

Desteya Ciwan û Sporê ya Kantona Cizîrê û bi alîkariya Rêxistina Ciwanan a PYD’ê li bajarê Til Birakê, Lîga Futbolê ya Şehîd Çiya Rizgar li dar xist. Lîg di meha Cotmehê de bi beşdarbûna 16 tîmên ji Til Birak û Til Hemîsê bi rê ve çû. Maçên lîgê li stadyuma bajarê Til Birakê hatin lîstin.

Tîma Ciwanên Til Birakê û Tîma Şehîd Ezûz gihaştin fînalê. Maça fînalê ji aiyê bi hezaran şêniyan ve hate temaşekirin.

Di maçê de Tîma Ciwanên Til Birakê 2-1 bi ser ket û bû şampiyon.

(dc)

ANHA