Ciwanên PYD’ê sûcên li Helebê û biryara El Şeri şermezar kirin

Ciwanên PYD’ê sûcên ku çeteyên hikumeta demkî li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên Helebê pêk anîne, şermezar kirin û nerazîbûn nîşanî biryara Ehmed El Şeri ya der barê mafên Kurdan de da.

 Ciwanên PYD’ê sûcên li Helebê û biryara El Şeri şermezar kirin
17 ÇILE, 2026   14:16
KOBANÊ

Meclisa PYD’ê ya kantona Firatê daxuyaniyek li pêşiya avahiya xwe ya li bajarê Kobanê da. Daxuyanî bi amadebûna endamên partiyê ji aliyê endamên Meclisa Ciwanan a PYD’ê Firyal Mistefa û Evîn Cimo ve hat xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin: "Bûyerên li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê rû dane, ne şer, ne tevlihevî û ne jî şaşiyên ferdî bûn, lê belê projeyeke sîstematîk bû ku hikumeta Colanî û komên tundraw bi desteka dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kirine da ku îradeya gelê me bişikîne, wê bi hêzê teslîm bigire û rewşeke bixwîn li ser wê ferz bike."

Di daxuyaniyê de îşaret bi biryara serokê hikumeta demkî Ehmed El Şeri ya der barê mafên Kurdan de hat kirin û ev tişt hat gotin: "Em xwediyên vê axê, em ne koçberî, pêdiviya me pê nîn e ku bi dirûşman hinekî mafên me bide me. Em daxwaza naskirineke rasteqîn û zelal dikin. Divê Rêveberiya Xweser wekî sîstemeke rewa ku ji îradeya gelan derketiye û QSD wek hêzeke leşkerî ya nîştimanî ya hêzên Sûriyeyê ku Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê diparêzin, werin naskirin."

(b)

ANHA