Di êrişa dronê ya li Siwêdayê de 2 ciwan birîndar bûn

Droneke hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê êrişî bajarokê Ura yê gundewarê Siwêdayê kir, di encamê de 2 ciwan birîndar bûn.

Di êrişa dronê ya li Siwêdayê de 2 ciwan birîndar bûn
13 mijdar, 2025   19:16
SIWÊDA

Nûçegihanê me ji Siwêdayê daxuyand ku nêzî saet 17.00ˊan vê êvarê hêzên hikumeta veguhêz bi droneke xwekuj êrişa devera Mesbeh a bajarokê Ura kir.

Nûçegihan aşkera kir ku dron ji gundewarê rojavayê Siwêdayê ku di bin kontrola hêzên hikumeta veguhêz û komên çekdar ên girêdayî wê de derket û destnîşan kir ku di encama êrişa dronê de 2 ciwan Asî Eqil û Eyhem Zênedîn birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên hikumeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê li Siwêdayê agirbesta bi navbeynkariya Amerîkayê pêk hatiye, bin pê dikin. Di van binpêkirinên xwe de çekên giran û doçkeyan li dijî gund û taxên bajêr bi kar tînin û bi dronên êrişî avahî û nuqteyên leşkerî yên Hêzên Parêzvanên Niştîmanî dikin.

(fr)