Li Hesekê Komxebeta Ciwanan a Sosyalîzm û Azadî

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan bi navê "Sosyalîzm û Azadî" komxebatek li dar xist. Di komxebatê de hat diyarkirin ku avakirina civakeke sosyalîst a demokratîk ji komînan dest pê dike û sosyalîmz bingeha neteweya demokratîk e.

24 kanûn, 2025   21:08
HESEKÊ

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan di diruşma "Azadiya Rêber Apo xeta me ya sor e" komxebata "Sosyalîmz û Azadî" li dar xist. Komxebat li Xwaringeha Merbêla ya bajarê Hesekê yê kantona Cizîrê bi amade bûna ciwanên şoreşger û Yekitiya Jinên Ciwan ên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat organîzekirin.

Panelê bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir. Dûre dîwanek ji endama rêveber a Yekitiya Jinên Ciwan a kantona Cizîrê Sultane Ceilo, endamê rêveber ê tevgera ciwanan a Kobanê Şevger Mehmûd û endamê rêveber ê tevgera ciwanan a kantona Cizîrê Brûsk Gabar hat avakirin.

Paşê Şevger Mehmûd diyar kir ku fikra ku tevahî pêkhateyan li hev dicivîne azadî ye.

Nûnerê ciwanan ê di Meclisa Gelan a kantona Cizîrê de Kîwan Kenan perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan xwendin.

Piştre sînevîzyonek bi navê "Sosyalîm û Azadî" hat pêşkêşkirin, deriyê nîqaşê li ser girîngiya sosyalîmzê li hember dewletê hat vekirin.

Endamê rêveber ê Nivîsgeha Rêxistinî ya Ciwanên Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Gîvara Esed li ser sosyalîzmê axivî û diayr kir ku sosyalîmz fikirîna li ser civakê ye, ne li ser ferdan e, li kêlek wê belavkirina dewlemendiya welêt li ser hemû welatiyan bi awayekî adilane ye. Sosyalîzm bingeha neteweyek demokratîk e."

Endama Yekitiya Jinên Ciwan a Dirbêsiyê Lîlav Ehmed diyar kir ku "Mêr û jin li ser bingeha sosyalîmz û komunîzmê ava bûne, lê piştî avabûna şaristaniyan karê jinê hatdiyarkirin û çewisandin."

Komxebat bi van xalan bi dawî bû:

Divê ciwan sosyalîzmê wekî bingeha civakê bigirin dest.

Ji bo avakirina sosyalîzmê divê destpêkê komîn bên avakirin.

Di sosyalîzm û azadiyê divê rewşenbîrî wekî bingeha civakê were destgirtin.

Xebitîna li ser bingeha sosyalîmz û fikra rast.

(fr)

ANHA